Kemal Özdemir
20 Adar 2023•Rojanekirin: 22 Adar 2023
Li Uzumluya navçeya Erzinganê ji ber barîna zêde ya baranê rêya gund di bin avê da ma.
Li gundê Başpinarê yê navçeyê piştî taviyê, erqa avê tijî kevir û herî bû û lewma avê da ser rêya gund.
Piştî ku Navenda Gaziyê ya 112 Bilez hat agahdarkirin, ekîbên tenduristî, îtfaiye û cendirmeyê bo herêmê hatin şandin.
Ekîbên îtfaiyeya Şaredariya Erzinganê yên çûn gund, erqa xitimîbû vekir û her wiha herî û kevirên li ser rê paqij kirin û avêtin.
Diyar bû ku li tu cih û warekî rewşeke neyînî tuneye.