Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,İlhami Erkılıç
04 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2024
Li Erzirom, Qers û Erdexanê barîna berfê dewam dike.
Li Erziroma ku germahiya hewaye bi şev di binê sifire da dakete 3 pileyan, serê sibê berfê zêde kir.
Bi barîna berfê ra li bajêr park, baxçe, rê, kuçe û kolan spî bûn.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan li ser rê û kolanan dest bi xebatê kirin.
- Qers
Berfa ku duh li Qersê dest pê kir dem demî dewam dike.
Li navçeya Sariqamîşê jî danê sibê berf barî.
Piştî berfê dar û ber çîlspî bûn.
- Erdexan
Li Erdexanê ji ber hewaya sar ya ku bi şev dakete binê sifirê qeşa çêbû.
Li deverên bilind ên bajêr jî berf barî.