Nihat Kavşut
30 Îlon 2015•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2015
Li Hatayê ji bo Eyda Xedîrî Xumê pîrozbahî hat kirin.
Welatî ber destê sibehê çûn ser ziyaretan dia kirin û niyet kirin.
Welatiyan ji bo eydê goştê qurbanên ku êvarê serjêkirin û genim tevlihev kirin û xwarina "xirîsî" ku ji bo aştî û biratiyê tê çêkirin pehtin. Welatiyan li ser ziyaretan jî xirîsiyê li kesên hatin bela kirin.
Li Samandagiyê welatî li ser Ziyareta Hezretî Xizir ku tê bawerkirin Hezretî Xizir û Hezretî Mûsa hatine bal hev, dia kirin û niyet kirin.
Ji welatiyan Ayhan Oktay destnîşan kir ku Eyda Xedîrî Xumê eyda yekîtî, aştî û biratiyê ye.
Oktay diyar kir ku di eydê da bi saya xêrxwazan qurban tên serjêkirin û got bi vî goştî xwarina bi navê xirîsî çêdikin.
Ji bo eydê li bajêr gelek dikan nehatin vekirin.
Li gor baweriyê roja ku Hezretî Mihemed ji heca wedayê vedigere Hezretî Elî taltîf dike û ev roj jî wek Eyda Xedîrî Xumê tê pîrozkirin.