Seyit Ahmet Eksik,Meltem Yılmaz Karakurum
15 Tebax 2023•Rojanekirin: 17 Tebax 2023
Li Maçkaya navçeya Trabzonê di Keşîşxaneya Sumelayê ku dikeve quntarê Karadagê û li aliyê Geliyê Altindereyê dinhêre, ayîna 10emîn hat kirin.
Nimêja ku Ortodoks dikin wekî "Roja derketina asîman a Dayê Meryemê" tê qebûlkirin. Nimêj bi rêvebiriya Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos hat kirin.
Di nimêjê da dia hatin kirin û îlahî hatin xwendin. Gelek Ortodoks beşdarî nimêjê bûn.
Ji bo nimêjê hêzên asayîşê li Keşîşxaneya Sumelayê û xirbe tedîrên ewlehiyê hildan.
Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos axivî û diyar kir, ev 10 sal in ku ew rêvebiriya nimêjê dike û ji bo wî serbilindî ye. Bartholomeos wiha dewam kir, "Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan di serî da em spasdarê Wezîrê me yê Karên Naxweyî dikin ku li vê derê alîkariya me kir. Her wiha ez spasiya Birêz Wezîrê me yê Çand û Turîzmê, Birêz Walî Beg û rêvebirên herêmî û mensûbên teşkîlata ewlehiyê dikim. Me îro ji bo wan dia kir."
Bartholomeos destnîşan kir ku wan di nimêjê da seba aştiya dinyayê û seba silametiya hemû welatên derdora Behra Reş dia kir û wiha dewam kir:
"Me ji bo Ukrayna û Rûsyayê jî dia kir ku şerê nabera wan bi sulhê encam bide. Bira êrî hêsin dayik, jinan neyên û zarok perîşan nebin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku aştî cardin çêbe. Me îro ji bo şehîdên xwe jî dia kir. Bêguman îro dilê hemû mumînên Ortodoks li vê derê bi me ra ye. Bêguman îro li vê derê birayên me yên Misilman jî wê bi me ra dia bikin."
Bartholomeos piştî nimêjê Dêra Varvarayê ya Ayayê geriya.
Fitbolîstên Trabzonsporê Anastasios Bakasetas û Dimitrios Kourbelis jî beşdarî nimêjê bûn.