Haydar Şahin
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 12 Gulan 2020
Li Mêrdîn û Diyarbekirê astengkirina seyahetê ya di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da hatibû îlankirin êdî bi dawî bû.
Li Mêrdînê piştî ku qedexeya ketin û derketina bajêr rabû bi kontrol çûyîn û hatin tên pêkanîn. Ekîbên cendirme û polêsan li rêyên diçin Diyarbekir, Şirnex û Şanliurfayê ciyên kontrolê amade kirin. Ekîban wesayît dan sekinandin û agirê ajokaran kontrol kirin û destûr dan ku ajokar derbas bibin.
- Diyarbekir
Li Diyarbekirê jî piştî bidawîbûna qedexeym bi kontrol destûrê didin ku ji derva wesayît werin bajêr. Li rêyên ber bi Elezîz, Mêrdîn, Şanliurfa û Bîngolê ciyên kontrolê hatin avakirin. Ekîb li van deran kontrolan dikin û destûrê didin wesayîtan.