Haydar Şahin
20 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
MUŞ
Li cotkar û heywandarên li gund û gomên Mûşê dest bi gîhaçinînê kirin.
Cotkar û heywandar dibêjin ji ber ku îsal şilî zêde barî û hewa sar derbas bû gîha dereng gihîşt ji ber vê jî ber û bereketa wê kêm bû.
Serokê Odeya Zîraetê ya Mûşê Hakîm Yildirim jî got heywandarên ku besûyê dikin ji bo temînkirina alifê heywanan ketin fikaran.
Yildirim got ji ber ku zêde gîha tune biha jî zêde bû, beriya payîzê sewalkar dixebitin ku alifê pez û dewarên xwe bidin ser hev.
Haluk Dîzdarogluyê xwediyê heywanan bi bîr xist ku ji ber hewaya sar gîha dereng hêşîn bû û dereng gihîşt ji ber vê jî dereng dest bi gîhaçinînê kirin û ber û bereketa îsal kêm e.