Ömer Varlık
20 Nîsan 2026•Rojanekirin: 20 Nîsan 2026
Li bajaroka Karaagaçliyê bi hatina biharê ra li deverên bilind, li hin cihan guldexwîn vebûn.
Guldexwînên ku dîmenên sipehî derxistin holê, bala siruşthez û wênehezan kişand.
Welatî û wênehezên ku çûn bajarok, wêneyên guldexwînên ku li çolê hêşîn dibin û emrê wan bi qasî 3 hefteyan e, kişandin.
Ruveyda Elçeka siruşthez diyar kir ku ew ji ber meraqa guldexwînan hat deverê û wiha got, "Ev cara ewil e ez guldexwînan dibînim. Em tevî hevalan hatin dîtina wan. Min pir ecibandin. Bêhna wan jî pir xweş e."
Asiye Selimê jî bal kişand ku ew ji bo dîtina guldexwînan hat deverê û guldexwîn bi bêhn û rengê xwe va pir sipehî ne.