Haydar Şahin
12 Nîsan 2019•Rojanekirin: 14 Nîsan 2019
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 2 birayên li 2 taxên cuda bûn namzed û herdu jî bûn mixtar.
Mehmet Selim Demirtaşê li Taxa Yeşîlkentê dijî û Turan Demirtaşê li Taxa Selaheddîn Eyubû dijî birayên hev in û herdu jî li taxên xwe bûn namzedê mixtariyê. Di Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya 31ê adarê da herdu bira jî li taxên bibûn namzed qezenc kirin û cara ewil bûn mixtar.
Piştî temambûna dema îtirazê herdu bira çûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê mazbata û morên xwe sitandin.
Demirtaşê Mixtarê Taxa Yeşîlkentê diyar kir ku 9 xuşk û bira ne.
Demirtaş destnîşan kir ku herdu bira li 2 taxên cuda bûn namzed û wiha axivî: "Me herduyan jî li taxên xwe mixtarî qezenc kir. Me dît ku ji malbata me hez dikin. Ji ber ku em bijartin em ji gelê Nisêbînê û taxên xwe ra sipas dikin."
Demirtaşê Mixtarê Taxa Selahaddîn Eyubî jî wiha got: "Ez ji hemû kesên rayên xwe dan an jî nedan me ra sipas dikim. Em ne wekî mixtar, wekî xizmetkar ji taxên xwe ra hatin hilbijartin. Me ev soza da û li gor lazimiya soza xwe em ê xizmetê bikin."