Hüseyin Demirci, Günay Nuh
23 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2026
Li Qersa ku hewaya sar bandorê lê dike cemed, li Erdexanê jî mij çêbû.
Li navçeya Sarqamîşa Qersê ji ber hewaya sar camên wesayîtan qeşa girtin, dar û ber jî bi qiraviyê hatin nixumandin.
Li navçeya ku rûyê golan bi qeşayê venixumîn, ajeldaran li mêrgên ku bi qiraviyê spî bûne ajelên xwe çêrandin.
Ji welatiyan Onder Agbaba diyar kir ku bi taybetî bi şevan hewa sar dibe û got, "Êdî hêdî hêdî zivistan tê, payîz diqede. Êdî bêhna berfê tê. Camê wesayîtan xwêsî digirin."
- Erdexan
Li Erdexanê jî danê sibehê mijê bandor kir.
Li bajar bi şev pileya germahiya hewayê daket û serê sibehê mij çêbû.
Mija ku bandor li navenda bajar kir, mesafeya dîtinê kêm kir.
Li ser rêbeja Erdexan-Artvînê ajokoran leza xwe kêm kirin û bi baldarî pêş va çûn.