15 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dê baran bibare û bayekî xurt çêbibe.
Li gor agahiya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê îro hewa wê pir ewravî be, hin caran baraneke gur wê bibare û hin caran jî birûsk dê çêbibe.
Germahiya hewayê wê li gor demsalê normal be. Ji hêla rojava û başûrê rojava hin caran kêm û hin caran jî bayekî xurt wê bê.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm bişev li Erdêxan û Erziromê 6 pile, li Qersê 4 pile, li Agiriyê 8 pile, li Erzinganê 11 pile, li Îdîrê 13 pile hat pîvan.
Germahiya hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 24 pile, li Erzinganê 23 pile, li Agiriyê 18 pile, li Qers û Erziromê 17 pile, li Erdêxanê 15 pile tê texmînkirin.