25 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2016
ERZURUM
Li Rojhilata Anadoluyê berf dibare.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, li giştiyê herêmê hewa pir ewrayî ye û tê payîn ku berf bibare.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm li Tunceliyê pileyek, di bin sifrê da li Qers, Erdexan û Îdirê 11, li Agiriyê 10, li Erziromê 8 û li Erzincanê 4 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nav rojê li Tunceliyê 3 pile, di bin sifrê da li Erzincanê pileyek, li Îdirê 3, li Erziromê 4, li Agiriyê 6, li Erdexan û Qersê 8 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Agiriyê 60, li Erziromê 32, li Tunceliyê 24, li Qersê 23, li Erdexanê 20, li Erzincanê 8 û li Îdirê 7 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo rêgirtin, bager, qerm û cemed hişyarî da.