İbrahim Atmaca
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê tavî û teyrok çêbibe.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê tê payîn ku hewa ewrayî be û carinan tavî û teyrok çêbibe û barana gur bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be.
Germa hewayê ya herî kêm li Erziromê 5, li Qers û Agiriyê 6, li Erdêxanê 7, li Erzinganê 8, li Tunceliyê 10 û li Îdirê 13 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa hewayê wê herî zêde li Îdir, Tuncelî û Erzinganê 22, li Agiriyê 16, li Erdêxanê 15 û li Erzirom û Qersê 14 pile be.