Muhammet Mutaf,Günay Nuh
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Erdexan û Qersê hewaya sar tesîreke neyînî li ser jiyanê dike.
Li Erziromê germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da daket 7 pileyan.
Hin cihan şadirvan û kanî, peyarê û paceyên wesayîtan qeşa girt.
Qalindahiya berfê li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 38 santêm û li Konakliyê jî 10 santêm hat pîvan.

Germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da li Erdexanê 17, li Qersê 12, li Erziromê 7, li Îdir û Agiriyê 6 û li Erzincanê jî pileyek hat pîvan.
- Erdexan
Li Erdexanê jî ji ber hewaya sar qeşa çêbû.
- Qers
LI Qersê jî çem û golan qeşa girt.
Li navçeya Sariqamîşê jî ji ber sermayî dar û beran qiravî girt, cihên avî qerisîn.