Li Sarîqamişa navçeya Qersê gundiyên ku li Karakurtê dijîn şev di çemê Erezê de masiyan digrin.
Masîvan di hewaya sar a ku di bin sifirê de 15 pile ye ji bo masiyan bigrin diçin çemê Erez. Masîvan botan siwar dibin û tora diavêjin çem û masiyan digrin.
Masîvan Ekrem Ozdemirê ku 25 sal e debara xwe bi masîvaniyê dike ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku şev masîgirtin zehmet e, lê bi bereket e.
Ozdemir wiha axivî: "Em hewaya ku di bin sifirê de 15 û 20 pîle de ye masiyan digrin. Em him roj û him jî şev masiyan digrin, lê masî şev bi komî disekinin şev girtina wan bi bereket e. Em dema masiyan digrin qasî 100 kîloyan masî dikevin tora me. Em kîloya wan 5 û 10 lîreyan difroşin. Em debara xwe bi masîvaniyê dikin."