Metin Özmen
19 Gulan 2021•Rojanekirin: 22 Gulan 2021
Li Sasona navçeya Batmanê tunelên berfê yên li Zozanê Dabanaga li gundê Altidereyê balê dikişînin.
Li zozanê ku raqima wê bi qasî 2 hezar û 500 metre ye, berfa ku zivistanê dibare bi germbûna hewayê dihele û dibe tunel.

Tunelên newaze, bi qasî şêniyên deverê bala wênehezan jî dikişîne.
Nasir Domurcuk yê ji Stenbolê hatiye ziyareta tunelan, diyar kir ku ew hersal van dîmenan di înternetê da temaşe dike, lewma jî îsal wî xwest dîmenê li cih bibîne û ew derket û her wiha hat vê derê û wiha dewam kir, "Li derva mirov ji ber germê pir aciz dibe. Lê hundirê tunelê pir hênik e, xweş e. Ez niha pir kêfxweş im."