17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2017
VAN
Li Wanê piştî lîstika şanoyê ya bi navê "Kanli Nîgarê" mamosteyek vexwandin ser dikê. Mamoste li ser dikê teklîfa zewacê da hempîşeya xwe.
Lîstik piştî ku di salona Şanoya Dewletê ya Wanê da hat lîstin, Ugur Kaçmazê ku mamosteyê polê ye, wek sponsor dan nasîn û ew dawetî ser dikê kir. Kaçmazê ku li navçeya Ozalpê li Dibistana Seretayî ya Yukari Yorganliyê mamosteyê polê ye, gazî hempîşeya xwe Husne Gedîka ku li heman dibistanê mamoste ye, kir û anî ser dikê. Kaçmaz li ser dikê teklîfa zewacê da Gedîkê û Gedîkê jî teklîf qebûl kir.
Mamoste Kaçmaz beriya lîstikê bi lîstikvanên şanoyê ra plana teklîfa xwe ya zewacê amade kir û piştî teklîfdayînê mirovên salonê demeke dirêj çepikên xwe li hev dan.
Kaçmaz ji lîstikvanên şanoyê yên ku alîkarî danê ra sipas kir.
Derhênerê lîstikê Umît Pinaroglu jî got ku lîstika wan a "Kanli Nîgarê" pir hat ecibandin.