Fatih Gazioğlu
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2019
Li Xelata navçeya Bidlîsê kevneşopiya "şeva hevîr" li dawetan dewam dike. Li gor kevneşopiyê di ser serê zava da ar li bêjingê dixin û piştra hêk tên şikandin.

Ev kevneşopî li daweta Firat Balci û Serap Ozkanê hat domandin.
Mamê zava Kamuran Balci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku armanca vê edetê ew e ku malbata nû bi ber û bereket be û wiha axivî:
"Ev edet ji bav û bapîrên me ji me ra maye. 2 roj beriya dawetê ji bo alîkariya bûk û zava mêvanên bi xwe ra ar, hêk, rûn, şîr û şekir tinîn. Piştî rojeke din bi van melzemeyan nan û kate tên pehtin. Rojek beriya dawetê di ser serê zava da ar tê rijandin û hêk tên şikandin. Bi vî şiklî ji bo malbata nû ber û bereket tê xwestin. Axlêbe xortên azeb vî karî dikin. Zava vê şevê tu carî ji bîr nake."
Zava Firat Balci jî got ku ji ber vê şevê gelekî kêfxweş bûye û wê tu carê vê şevê û tiştên bi serî wî da hatine ji bîr neke.