Türkan Tosun
19 Îlon 2019•Rojanekirin: 20 Îlon 2019
Walîtiya Stenbolê daxuyand li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Giştî li bajêr sibê baraneke gur wê bibare.
Li ser hesabê Twîtterê ya Walîtiyê texmîna Midûriyeta Meteorolojiyê ya Giştî ya li ser malpera înternetê hat weşandin.
Li gor vê agahiyê, ji rojavayê bakur dest pê bike germahiya hewayê wê li giştiyê welêt li gor demsalê kêm bibe.
Hat gotin li qeraxên Marmara û Behra Reş germahî wê di navbera 2 û 4 pileyan da kêm bibe, li Stenbolê sibê baraneke gur wê bibare û tavî çêbibe.
Midûriyeta Meteorolojiyê ya Giştî ji bo Stenbolê daxuyand wê heta pênc rojan baran bibare, divê welatî ji bo lehî, birûsk û pirsgirêka hatin û çûyînê baldar û bitevdîr bin.