Li Sêrtê navendeke danûstendinê piştî fitarê wekî nostaljî welatiyan li faytonê dikin û di kuçeyên Sêrtê de didin gerandin.
Tûrên ku li ser Cadeya Kûrtalanê pêk tên ji fitarê heta wextê paşîvê didomin. Welatî di tûra ku 10 deqîqe dewam dike de wêneyên xwe dikêşin.
Berpirsekî navenda danûstendinê Mûrat Îlbay diyar kir ku welatî eleqeyeke germ nîşanî faytonê didin.
Îlbay bal kişand ku wan fayton û hesp ji Stenbolê anîn û wiha xeberda: "Me plana çalakiyê ji berê de çêkiribû. Bira gelek sax be, faytonvanê me jî me neşikand û ji Buyukadayê heta vir hat. Xelkê me jî pir eleqe nîşanî faytonê dide. Ev eleqeya gelê me kêfa me jî xweş kir. Aniha li herêma me tenê li Sêrtê heye."
Îlbay daxuyand ku çalakiya wan dê heta dawiya meha remezanê bidome.
Hîlmî Ozekîcî yê ku derket tûra faytonê diyar kir ku bi tûra faytonê wî xwe di 40 sal zemanê berê de hîs kir.