20 Îlon 2015•Rojanekirin: 20 Îlon 2015
HELEB
Li Efrîna navçeya Sûriyeyê yê ku bi rezên xwe yê tirî dewlemend e bi rêbazên berê çêkirina dimsê dest pê kir.
Ji bo çêkirina dimsê pêşî gûşiyên tirî yên nav rez tê berhevkirin. Pişt re malxuyê malê gîzmeya dixin lingê xwe û tirî diperçiqînin. Şiraya ava tirî demek dihêlin û pişt re di nav sîtilên mezin de dikelînin û dikin dims. Piştî ku dimsê dikelînin û ji nav sitîlan derdixînin kefa ku serê çêdibe îkramê ziyaretvanan dikin.
Çêkerê dimsê Ebdo Hecî (55) daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku yek ji çavkaniyên herî girîng ên debara wan rezvanî ye.
Hecî diyar kir ku di meha îlonê de dest bi çêkirina dimsê dikin û çêkirina dimsê karekî zehmet e. Hecî got ku "Em bi malbatî hemû bi hev re şev û roj dixebitin. Ji ber ku kar zehmetî ye cîranên me û xizmên me yên nêz jî tên arîkariyê."
Hecî qal kir ku berê tirî bi ferşên mezin ên aşê diperçiqandin û ava wî derdixistin û got ku lê belê niha du kes gizmeyên paqij dixe lingê xwe û vê karê dike û tîne asta parzûnkirinê.
Hecî diyar kir ku lîtreya dimsê ji 2 dolarî difroşin û got ku bi vê yekê debara xwe dikin.