Orhan Sağlam
03 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2024
VAN (AA) - Li Wanê berfa ku serê sibê dest pê kir navenda bajêr çîlspî kir.
Sermaya ku ji duh va li bajêr çêbû danê sibê bû sedema berfê.
Welatiyên ku serê sibê rabûn û rastî berfê hatin, berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Ekîbên rêbejayê û şaredariyê berfa li ser kuçe û kolanan paqij kirin.