10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê berfa bişev dest pê kir û bariya bû sedema hin tengasiyan.
Ji ber berfa bi qasî çar tiliyan barî welatî û şofêrên li navendê piçek zehmetî dîtin.
Welatiyên serê sibehê rabûn dîtin ku çar alî bi berfê spî bûye û ekîbên şaredarî û rêbejê jî li navenda navçeyê berfa ser rêyan paqij kirin.
Ji şêniyên navçeyê Kamuran Songelen ji rojnamegeran ra got ku li rojava milet dikeve behrê lê ew li Başkaleyê hêj ji ber hewaya sar komirê distînin.
Hat ragihandin li gundekî Bidlîsê jî ji ber berfê rê ji çûn û hatinê ra hatiye girtin.