VAN
Hêştirên ku li bajarên cuda yên Tîrkiyeyê tevlî çalakiyên wek gulaş û pêşbirkan dibin, ji bo vehesînê li Wanê girtin kampê.
Ji bo ku ereziyê Wanê bilind e, hewaya herêmê paqij e û li herêmê hêj berf li erdê ye, xwedî deveyan ên li Îzmîrê hêştirên xwe anîn Wanê. Niha hêştir li Zozanê Keşîşê yê bilindahiya wî 2200 rakim e, hêştirên xwe ji bo pêşbirkan amade dikin.
Deve rojê du caran li ser berfê antrenmanê dikin. Niştecihên herêmê yên ku hêştiran li ser berfê dibînin şaş û metel dibin. Lewra hêştir ew heywanin ku ji germahiyê hez dikin û li welat û bajarên germ tên xwedîkirin.
Xwediyê hêştiran Ekrem Demir daxuyanî da rojnamegeran got ku wî cara ewil dema leşkerî dikir hêştir ji nêz ve dît.
Demir got ku ew roj bi roj zêdetir bi hêştiran re eleqeder bû, belgefîlmên derbarê hêştiran de temaşe kir û wiha axivî: "Piştî leşkeriyê jî min derbarê hêştiran de lêkolîn kir. Hêştir çawa tên xwedîkirin, çawa gulaşê dikin, xarina wan çiye hînbûm. Ev 5 sal in ku li Wanê deveyan xwedî dikim. Hêştirên ku ji Îzmîrê tînim li vir xwedî dikim û wan ji bo gulaşê amade dikim."