Zafer Tayfur
20 Sibat 2025•Rojanekirin: 22 Sibat 2025
Li Başkaleya navçeya Wanê bi ser makîneya kar a rê vedikir da şepe ket.
Li navçeya berf lê barî, rêya hin taxên gundewarê hat girtin.
Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyên girtî xebat dan destpêkirin.
Di dema xebata vekirina rêya Taxa Sualtiyê da bi ser makîneya berfavêtinê da ya Ozer Baycan diajot, şepe ket.
Di makîneya kar da ya qismekê wê di bin şepeyê da ma, xesareke piçûk çêbû. Operator Baycan bi silametî ji makîneya kar derket û ji şepeyê xilas bû.
Makîneya kar a di bin berfê da ma, bi xebata makîneyeke din a kar va ya bo deverê hat şandin, ji bin berfê hat derxistin.