Yılmaz Kazandioğlu
12 Adar 2025•Rojanekirin: 13 Adar 2025
Li deverên gundewarê yên Wanê, xebata ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a vekirina rêyan didome.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Têkûzkirin û Nûkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin, bi zêdebûna germahiya hewayê ra lez dan xebatên xwe.
Ekîban rê, peyarê, refuj û logarên ku ji ber şertên demsalê xirab bûne, têkûz kirin û her wiha li deverên bilind jî xebata ekîban a berfê didome.
Ekîb li navçeya Başkaleyê xebatên xwe didomînin ku rêya Taxa Dalliya Jor û mezreya Duyumê vekin.