Yılmaz Kazandıoğlu
06 Gulan 2024•Rojanekirin: 15 Gulan 2024
Li Wanê Girava Akdamarê, Keleha Wanê ya ji gelek şaristaniyan şop lê hene û muzeya berhemên girîng lê tên nîşandan, di 4 mehên salê da qedera 55 hezar ziyaretvanên xwemalî û biyanî ezimandin.
Wana ku ji Urartuyan û heya niha mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye, bi kelehên xwe yên bi sedan sal in li ser piyan in, bi dêr û berhemên mayîn ên qedîm va bala meraqdarên çand û dîrokê dikişîne.
Girava Akdamarê ya ku biharê bi darên behîvan ên kulîlk vedidin û hêşînahiya Gola Wanê va û her wiha zivistanê jî bi berfa spîçîl va sipehî dibe, Keleha Wanê ya ji hêla Qralê Urartuyan Sardûrê 1em di navbera salên BZ 840-825an da li qeraxê Gola Wanê hatiye avakirin û her wiha Muzeya Wanê ya bi hezaran berhemên ji şaristanên cuda tên nîşandan, bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne.
Ev cihên navborî di 4 mehên ewil ên îsal da ji hêla qedera 55 hezarî geştiyarên xwemalî û biyanî va hatin ziyaretkirin.