Şener Toktaş
08 Hezîran 2026•Rojanekirin: 08 Hezîran 2026
Li Elcewaza navçeya Bidlîsê li Zozanê Sûtê meşa siruştê hat lidarxistin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Walîtiyê yê medyaya civakî da hat diyarkirin ku Ahmet Karakayayê Waliyê Bidlîsê û Ozlem Karakayaya hevjîna wî, bi organîzasyona Qaymeqamtiya Xelatê û hevkariya Komeleya Çiyagerî û Xwezahezan a Xelatê va li Zozanê Sûtê meşa siruştê hat lidarxistin.
Karakayayê Walî tevî beşdaran li deverê meşiya û got ku Zozanê Sûtê bi hewaya xwe ya paqij û bedewiya xwe ya çavpêneketî va însanan hejmetkar dihêle.
Prof. Dr. Necmettin Elmastaşê Rektorê Zanîngeha Bîtlîsê Erenê, Batuhan Bîngolê Qaymeqamê Xelatê, Nurhalîl Ozçelîkê Qaymeqamê Elcewazê, Yigit Yaşar Demirerê Qaymeqamê Tetwanê, Saît Muhammed Bîlgînê Qaymeqamê Hîzanê, Adem Aydogduyê Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê, Yavuz Gulmezê Şaredarê Xelatê, endamên komeleyê û xwezahez beşdarî meşê bûn.