Li gor agahiyan mensûbên rêxistina terorê PKKê di saet 21.30an de li ser rêya Îdir û Naxçivanê tireke şirketeke taybet li nêzîkî gundê Taşburunê dan sekinandin û şofêrê wê dan peyakirin. Piştî şofêr peyabû tir hat şewitandin û ew bi kamyonekî ve ji cihê bûyerê çûn.
Tîmên agirkuj tira ku hat şewitandin vemirandin û ew birin otoparkê.
Hêzên ewlehiyê li herêmê operasyonek dan destpêkirin.