20 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Malbatên ku li Sûra navçeya Diyarbekirê dijîn û ji ber êrîşên rêxistina terorê PKKyê malên xwe terk kirin, li taxên din malan kirê dikin û dijîn.
Li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê yên Sûrê û li Kolana Gaziyê derketina derva hê qedexe ye. Welatiyên ku ji ber êrîş û pevçûnan ditirsin terka malên xwe kirin. Malbatên ku debara wan ne baş e, bi malbatên din re dibin yek û li taxên din malan kirê dikin û dijîn.
Ji ber vê koçê hêrî zêde jin û zarok zehmetiyan dikşînin.
A.G (52) yê ku ji mala xwe ya li taxa Hasirliyê terk kir ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku mala wan û kargeha wan ji ber êrîşan xirab bûye û wiha axivî: "Ya ku herî zora min diçe ew e ku min mala xwe, eşyayê xwe, her tiştê xwe hîşt û em reviyan. Malên me şewitandin û xirab kirin û em bi zorê reviyan. 3 zarokên min hene û em mexdûr in."
N.Yyê (68) ku qasî mehek berê ji navçeyê derketiye jî got ku ew hêvî dikin ku êrîş di demeke kin de xilas bibin.
N.Y wiha axivî: "Em ji malê bi kincên xwe derketin. Destûr nedan ku em nasnameya xwe jî hildin. Em 15 mal hatin li vir. Kezeba me dişewite. Bes e, ev ezîyet, bila biqede."
S.G.yê 35 salî jî got ku ew nikarin kirê û fatureya ceyranê bidin û wiha axivî: "Nehîştin em eşyayên xwe ji malê derxin, hemû ji me stendin. Em mecbur man reviyan. 7 zarokên min hene û ji van 2 heb nexweşên astimê ne. Em vê meha zivistanê perîşan bûn. Em aştiyê û aramiyê dixwazin. Binesazî û çûyîn hatin li van malên ku me kirê kirine kêm e. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin."