VAN
Li Tirkiyeyê pez herî zêde li Wanê tên xwedîkirin. Êdî serî kete pêz û pez dizê. Welatî berxzayînê wekî mizgîniya biharê qebûl dikin.
Heywandaran diyar kirin ku zivistanê gelekî tengasî kişandin û heywanên xwe xweyî kirin lê gava ku berx bûn hemû tengasî jibîr kirin.
Li Tirkiyeyê pez herî zêde li Gurpinara navçeya Wanê tê xweyîkirin. Di van rojên bi berf de gava ku pez dizê heywandar gelek kêfxweş dibin.
Heywandar havînê pezê xwe li zozana diçêrînin, zivistanê jî di hemû tengasiyan de di goman de pezê xwe xweyî dikin. Zivistanê di rojên sar de gava ku berxê wan dibin ji bo ku berxên wan serma nekin û nexweş nekevin kozê wan di hundirê goman de çêdikin û ji sir û seqemê diparêzên.
Halîl Îbrahîm Bîlîrê heywandar diyar kir ku zayîna pêz ji bo wan wek bereket û mizgîniya biharê ye û gava ku berx dibin tu astengî nayê bîra wan.
Bîlîr destnîşan kir ku ji 12 saliya xwe vir de heywandariyê dike û wiha axivî: "Em ji bo berxan li gund dimînin. Gava ku ew nebin em nikarin li vir bijîn. Li vir tengasiyên zivistanê zehf in. Em havînê mêrgên xwe diçinin û ji ber ku rê tune gîhayê xwe li mêrgê dixin lod. Em her roj şebeqê zû diçin ji lodê têra pêz gîhê tînin."
Bîlîr eşkere kir ku di van du mehên peşiya me de 20 hezar miyên li gundên der û doran dê bizên û ew ê berxa 2 mehan bi şîrê miyan xweyî bikin paşê jî li çayiran biçêrînin.