ANKARA
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfu Elvan daxuyand ku dê ji bo aboneyên dezgeyî û Danerên Servîsên Înternetê bihayê giştî ya înternetê daxînin.
Wezîr Elvan daxuyanî da peyamnerê Anadolu Agencyê û diyar kir ji bo ku xizmeta tora fireh a înternetê erzantir bê dayîn, me dest bi xebatên binesaziyê kir û wiha domand: "Ji ber van xebatên domdar li Tirkiyeyê her ku diçe xizmetên înternetê hêsantir û bileztir dibe û her wiha li gel vê bihayê torê jî kêm bû. Em bi her awayî xebatên xwe didomînin da ku gelê me erzantir bigihêje tora înternetê."