Elif Orhan
11 Nîsan 2019•Rojanekirin: 12 Nîsan 2019
Leglegên ku li ser dîregên ceyranê yên li kêleka Çemê Dîcleyê ji xwe ra hêlîn çêkirine ji adarê heta îlonê wir dimînin û di meha îlonê da jî bi cûcikên xwe yên ku mezin kirin ra ref bi ref koçî Afrîkaya ku zivistanê lê dimînin dikin.
Legleg di heyama koçê da cihên ku têne wir xweş dikin û ji ber ku dikarin di av û hewaya Diyarbekirê da bijîn û li Diyarbekirê cihên berav zêde ne têne vir.
Legleg ji serê biharê heta xilasiya payîzê li herêmê dimînin û her sal ji bo kurk, cûcikderxistin û perwerdeya firînê heman cihî tercih dikin.

Qada berav a li rêya 20 kîlomêtreyî ya Diyarbekir-Bismîlê jî yek cihên sereke yên leglegan e. Leglegên ku li ser dîregên ceyranê yên li kêleka Çemê Dîcleyê ji xwe ra hêlîn çêkirine ji adarê heta îlonê wir dimînin û di meha îlonê da jî bi cûcikên xwe yên ku mezin kirin ref bi ref koçî Afrîkaya ku zivistanê lê dimînin dikin.
- "Çandeke xweser a leglegan heye"
Hîndekarê Beşa Biyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ahmet Kiliç daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Geliyê Dîcleyê ji bo xwarin, bêhnvedan, hêwirîn û zêdebûna leglegan guncav e.
Kiliç got ku koloniya leglegan a di rêya Diyarbekir-Bismîlê da yek ji koloniyên girîng ên li Tirkiyeyê ye û diyar kir ku li vir hêlînên leglegan ên ku tê da 5 cûcik hene gelek caran tên dîtin.

Kiliç qal kir ku legleg bi taybetî Geliyê Dîcleyê tercih dikin û wiha axivî: "Çandeke xweser a leglegan jî heye. Ji ber ku ji pêşiyên xwe wiha elimîne vir tercih dikin. Legleg teqez tên Geliyê Dîcleyê. Hin ji wan bêhna xwe didin û koça xwe didomînin hin ji wan jî van deran wek cihê cûcikderxistinê bi kar tînin."
Kiliç qal kir ku gelê herêmê eleqeyeke mezin nîşanî leglegan dide û da zanîn ku welatî li cihên ku legleg lê hene bi baldarî tevdigerin û ji bo ku ew aciz nebin çi ji destê wan tê dikin.
- "Dema legleg tên gundê me şên dibe"
Legleg ji bilî Geliyê Dîcleyê tên Ayveriya Taxa Çinara navçeya Diyarbekirê. Ji Niştecihên taxê Hikmet Akyuz got ku ev bi qasî 20 salan e ku legleg tên û li taxa wan hêlînan çêdikin.
Akyuz qal kir ku zarok jî ji leglegan gelekî hez dikin û wiha axivî: "Dema bihar tê em ji leglegan ra hêlînan çêdikin. Gundiyekî me bi wan ra gelekî eleqedar dibe, ji bo leglegan 5 kule danîne. Em gelekî ji wan hez dikin, dema ew tên em şa dibin."