Türkan Tosun
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Dibistana Navîn a Kerran a Surkenta Diyarbekirê 12 xwendekarên di tîma govendê da ne her çiqas nebihîzin jî govendê digrin û hewl didin govendên herêmî hîn bibin.
Li ser daxwaza xwendekarên vê dibistanê di bin banê Navenda Perwerdeya Gel a Yenîşehirê da koma govendê hat avakirin.
Ev qîz û xort herçiqas nebihîzin jî li ber dengê defê û rîtmeke xurt govendê digirin, ji xwe bawer in û gelekî kêfxweş in.
Midûra Navenda Perwerdeya Gel a Yenîşehirê Nuray Huratayê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li ser daxwaza van xwendekaran ev qurs hatiye vekirin.

Huratayê got xwendekar hewl didin govendên cuda hîn bibin û ji ber vê jî kêfxweş in.
Midûrê Dibistana Navîn a Kerran a Surkentê Sabahattin Can jî got koma govendê ji 12 xwendekaran pêk tê, bi saya vê xebatê gel li civakê eleqeyê nîşanî wan dide û wiha dewam kir: "Zarok bi rûhê ekîbê, aheng û hevsengiyê govendên herêmî digirin."

- Malbat kêfxweş in
Mamosteyê Perwerdeya Bedenê Firat Dogan jî got ew kêfxweş e ku daxwaza xwendekaran pêk hatiye û wiha dewam kir: "Rojên ewil ji hêla rîtmê va zehmetî kişandin. Hinekan got di dawetan da ji ber ku ew nikarin govendê bigirin şerm dikin. Em jî pir xemgîn bûn û me biryar da em perwerdeyê bidin wan. Gelekî zehmetî kişandin lê dîsa jî hîn bûn. Armanca me ew e ku di civakê da ew tenê nemînin, malbata wan bi wan serfiraz bibe. Malbat jî pir kêfxweş in. Dibêjin 'zarokên me nabihîzin, naaxivin lê govendê digirin'. Em jî ne bendê bûn ku ew ewqas serkeftî bibin, lê ew serkeftî bûn û ez bi wan serfiraz im."
Îdrîs Cîhangîrê di ekîba govendê da ye bi zimanê îşaretê û destan hestên xwe vegotin û got berê wî nikaribû di daweta eqrebayên xwe da govendê bigire, lê niha ji ber ku dikare pir kêfxweş e.
Mizgîn Dagkuşê jî got bi piştgiriya mamosteyan ew hînî govendê bûye, gelek kêfxweş e û malbata wê ji ber vê serkeftinê serfiraz e.