Orhan Pehlül
28 Nîsan 2026•Rojanekirin: 28 Nîsan 2026
Newala Kizilînê ya li Besniya navçeya Adiyemanê bi kulîlkên biharê rengîn bû.
Newal li rexê Çemê Feratê ye û bi nebat û kulîlkên cuda va bala siruşthezan dikişîne.
Ji wênekêşan Muhammed Akturkê ku newal ziyaret kir, diyar kir ku Newala Kizilînê bi biharê ra rengîn bû.
Akturk wiha xeberda, "Piştî Çiyayê Nemrûdê bi min cihê herî xweş Newala Kizilînê ye. Li wê derê dîrok heye, li vê derê turîzma siruştê heye, min pir eciband."
Wênekêşê siruştê Huseyîn Aggul jî got ku qeraxên Çemê Feratê bi rengên biharê xemilîn, wî wêneyê vê xweşikahiyê kişand.