Sevim Hatun
21 Tebax 2017•Rojanekirin: 22 Tebax 2017
WAN
Li Wanê berîvanên her roj ji bo dotina pez li ser pişta qantiran diçin zozanên bilind ên herêmê, bi şîrê miyan debara malbata xwe dikin.
Jinên li Taxa Bîlgiya li ser navçeya Çatakê danê sibê zû li ser pişta hêstiran ji geliyên kûr derbas dibin, piştî rêwîtiyeke ku sê saetan dikşîne digihên zozanên ku mihên wan lê ne.
Jinên ku carinan ji ser pişta hêstirê dikevin birîndar dibin, ji rêya xwe venagerin, xwe digihînin zozanan pez didoşin û bi şîrê pez debara malbata xwe dikin.
Ji bêrîvanan Leyla Yankiyê ji nûçegihanê AAyê re axivî got ku demek berê wextê derketiye zozanan ji ser pişta hêstirê ketiye.
Şadiye Yavaşê jî got ku ew serê sibê saet 06.00an de ji malê derdikevin û encax saet 20.00î de digihên malê û wiha dewam kir: "Em diçin zozanan pêz didoşin. Rêwîtiya me ya ber bi zozanê ve dijwar e. Em ji gelî û çiyan derbas dibin. Çendîn caran ez ji ser pişta qantirê ketim, birîndar bûm. Wextê em dikevin kesî ku dengê me bibihîze were hawara me tuneye. Li wan deran têlefon jî nakşînin."
Muxtar Îhsan Oru got ku tax û mezraya ser taxê ji 200 haneyî pêk tê.
Oru got ku nêzî 14 hezarî mih li herêmê hene û wiha dewam kir: "Jinên herêmê danê sibê ji malê derdikevin û êvarê digihên mal. Ji ber vê yekê zarokên me li malê bêxwedî dimînin. Ji ber ku şîr li ser qantiran tînin xirab dibe. Piraniya jinên herêmê ji qantirê ketin, mil û çîpên hinekan şikestin. Me serî li qaymeqamiyê da, qaymeqamê me soz da me wê rêya zozanan çêkin."