29 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
ADIYAMAN
Suleyman Îbo li Basûta bajaroka Efrîna Sûriyê 19 salan şaredarî kir û piştî ku li Sûriyê şerê navxweyî derket, jina xwe hilda û revî hat Kahtaya navçeya Adiyemanê. Îbo li vê derê mamostetiya zarokên sûriyeyî dike.
Îbo daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî şerê navxweyî yê li welatê wî, 7 zarokên wî wek penaber çûn welatên cuda cuda, ew û jina wî jî hatin Tirkiyê. Îbo wiha dewam kir: "Me li welatê xwe rewşa şer dît û milletê Sûriyê mecbûr man û koçî gelek welatan kir. Miemeleya mirovî ya li Tirkiyê li tu derê dinyayê nayê dîtin."
Îbo destnîşan kir, ew ji zarokatiya xwe heta niha dixwaze ku xizmeta mirovan bike, ji ber vê şaredarî kiriye û piştî ku hat Tirkiyê jî ev eşqa wî ya xizmetê dewam dike.
Îbo got ku Komeleya Qenciyê ya Kahtayê qurs vekiriye û ew jî wek dildar li vê derê zarokên sûriyeyî perwerde dike û wiha dewam kir:
"Ez hîç ji valabûnê hez nakim. Piraniya emrê min di xizmetkirina xelqê da derbas bû. Piştî ku ez hatim Tirkiyê, min xwest ku ez ji mirovan ra xizmetê bikim. Ji bo zarokên welatiyên min li vê derê qursek hatiye vekirin, ez li wê derê bê pere mamostetiyê dikim. Ez perwerde didim zarokan û wiha pê kêfxweş dibim. Ez wisa difikirim ku perwerdeya zarokan peywireke pîroz e. Li navçeyê bi sedan zarokên sûrî hene. Piraniya wan li dibistanan perwerde distînin. Lê li kûrsên havînê seba zarokên penaber jî cî vekirin û em gelekî şad bûn. Ez û hevalên din ên hîndekar ên ji Sûriyê em li vir ders didin zarokên me."
- "Sûriye û gelê tirk bira ne"
Îbo bal kişand ku Sûriye û gelê tirk bira ne û ne pêkan e ku herdu gel ji hevdu veqetin.
Îbo herwiha got ku ewê mazûvaniya gelê tirk jibîr neke û wiha pê da çû, "Ji xeynî me kesekê ku bibe yarê me nîne. Xelkê Sûriyê û Tirkiyê ji mêj va bira ne. Gelê Tirkiyê di roja herî teng da destê xwe yê piştevaniyê da me û li ber me deriyê sînorê û deriyê dilê xwe vekir. Emê van tu wextî jibîr nekin. Di serî da Serokomar, em spasdarê dewlet û gelê Tirkiyê ne."