Sevim Hatun
14 Tebax 2017•Rojanekirin: 14 Tebax 2017
MUGLA
Şehzadeyê Siûdiyê El Welîd Bin Telal Bin Ebdulezîz El Siûd û malbata xwe ji bo tetîlê hatin Bodrûma navçeya Muglayê
Balafira taybet a şehzade û malbata wî tê de bûn, danê êvarê li Balafirgeha Mîlas-Bodrûmê danî, ji bo şehzade û malbatê bi dorfirehî tevdîrên ewlehiyê hatin standin.
Eşyayên malbatê ku nêzî 300î bahol û 30yî jî bisiklêt di nav de bûn, piştî xebata ku bi saetan kişand, li kamyonê bar kirin û birin wîllaya li Taxa Golturkbukuya Bodrumê.
Malbat pêşî li Palmîraya li Taxa Yalikavaka Bodrûmê geriya, demeke kurt li kafeyeke marînayê rûniştin. Siûd û yên li balê li vir bi qasî 10 deqîqeyan man paşê derbasî hotêla ku wê lê bimînin bûn.
Hat ragihandin ku wê Siûd tevî malbata xwe nêzî hefteyekê li vir bimîne.