Fırat Taşdemir
26 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2023
Şeva Regaîbê ya nîşaneya destpêka recep, şeban û remezanê ya sê mehên rehmet û bereketa wan zêde ne û ji alî alema îslamê va pîroz tên hesibandin wê îro bê îdraqkirin.
Şeva Regaîbê di şeva pênçşema ewil a meha recebê tê îdraqkirin û wekî "şeva rehmet û bereketê" tê qebûlkirin.
Wateya ferhengî ya Regaîbê "tişta ku raxbetî wê dikin, bexşa zêde û biqîmet" e û di lîteratura hedîs û fiqhê da jî di meneya "sewaba zêde, mikafat, emelên dilpak" tê emilandin.