ŞANLIURFA
Hin welatiyên Sûriyeyê yên ku xwe sipartibûn Eqçeqeleyê bi hin eşyeyên ku bi wan ra bûn va derbasî welatê xwe bûn.
Koma ku ji 300 kesî pêk dihat li pêşiya Deriyê Gumrigê yê Eqçeqeleyê civiyan û ji bo ku derbasî welatê xwe bibin ji rayedaran destûr xwestin.
Welatiyên Sûriyeyê heta demekê li pêşiya deriyê ku ji çûyîn û hatinê ra girtiye sekinîn. Piştî ku destûra derbasbûnê hat dayîn 300 kes bi sobe, amûrên pêjgehê, nivîn û amûrên din ên ku bi wan ra bûn va derbasî welatê xwe bûn.
Hat ragihandin ku ev kesên ji Sûriyeyê ji bo xebatê havînê tên Tirkiyeyê û bi sarbûna hewayê ra careke din vedigerin welatê xwe.
Deriyê Gumrigê yê Eqçeqeleyê ji ber ku li herêma Tel Ebyadê pêvçûn zêde bûn ji 6ê rêbendanê vir da ji çûyîn û hatinê ra girtî ye.