İbrahim Atmaca
05 Sibat 2019•Rojanekirin: 07 Sibat 2019
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê kargerê firûna pîdeyan Sînan Ateş tîne ser dîzika guveçê bi hevîr digre û wisa dipêje.
Ateş daxuyanî da û got ku ji bo xurekekî cuda wî xurekê bi navê "taweya efsûnî" çêkir.

Ateş got ku ev xurek pir bi tehm tê û wiha dewam kir, "Taweya efsûnî di nav dîzê da tê çêkirin. Em tenê goştê conega dixin nav vî xurekî. Piştî ku goşt hinekî pijiya, em bi hevîr ser dîzê digrin û cardin davêjin firûnê. Di nav 3 deqeyan da taweya me ya efsûnî dipije."

Ateş diyar kir ku bi taybetî dawiya hefteyê ev xurek pir tê sparîşkirin û wiha dewam kir, "Pîrikên me dema ku birinc çêdikirin, nan didan ser qoşxaneya birinc. Pîşeyê firûnkariyê jî ji bav û kalê me ji me ra ma. Em jî ji bo ku xurekekî cuda çêkim, min ev ceriband û çêkir."