Li Orduyê xwedî restorenekê çîgê bibindeq çêkir û tehmeke cuda derxist holê.
Bindeq heta niha di çêkirina çîkolata û şêrînahî de dihatin bikaranîn û niha jî çîgê bibindeq tê çêkirin. Li Ordûyê xwedî restoranekî ji bo danasîna bindeqan; arê bindeqan çêkir û niha jî çîgê bibindeq çêdike. Karsazê, destnîşan kir gel eleqeyeke mezin nîşanî vê tehma cuda dide.
Celal Ozturkê xwedî restoranê ku li Perşembeya navçeya Ordûyê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dixwazin di xwarinên cuda de bindeqan bikarbînin û bi vî awayî danasîna bindeqan bikin.
Ozturk wiha dewam kir: "Ji bo em di bazara derveyî welat de jî bindeqan bidin nasîn, me çîgê bibindeq çêkir. Me tehmeke başûrê rojhilat û tehmeke Behra Reş anî bal hev û tehmeke cudatir derket holê. Me di şûna goştê de bindeq tevlî çîg kir."
Ozturk got ku turîstên biyanî yên ku tên herêmê çîgê bi bindeq zehf diecibînin û got ku ew vê xwarinê dişînin welatên cuda jî.