07 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di teqîbata piştî operasyonan da hat dîtin ku terorîstên PKKyî gelek mal û dikan talan kirine.
Li navçeyê di 13ê adarê da qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û piştra operasyon dabûn destpêkirin. 17 roj berê operasyonan temam bûn û piştî operasyonê teqîbat hat kirin.
Piştî operasyona ku hêzên ewlekariyê li taxên Yêşîldere, Gungor, Esentepe, Dîze, Cumhuriyet, Orman, Yênî, Mezarlix û Eskî Qişlayê kirin û tê da 200 terorîst kuştin li herêmê lêkolîn û teqîbat hat kirin. Di teqîbatê da zirara ku terorîstan daye gelê herêmê derkete holê.
Hêzên ewlekariyê teqemenî îmhe kirin û paşê ji bo ku delîlan kom bikin li taxan xebat dan destpêkirin. Hêzên ewlekariyê tesbît kirin û ku xepeng û camên dikanan hatine şikênaştin, di dîwarên wan da qul hatine vekirin.
Hêzên ewlekariyê hewl didin ku zirara ku terorîstan dane gelê ku piştgirî neda wan û li gor wan xayîn in tesbît bikin. Hêzên ewlekariyê tesbît kirin ku terorîstan xwarin, xurek, qiyafet, amûrên elektronîk û amûrên din talan kirine.
Wek mayîn hêzên ewlekariyê di tireke ku terorîstan beriya îlankirina qedexeya derketina derva talan kiriye û paşê li wê derê hîştine û di nav avê da maye da lêkolîn kirin.
Yekîneyên ewlekariyê li ciyên ku terorîstên hatine kuştin lêkolîn kiribûn û li wan deran sîstema kamerayê ya ku ji xwendingehekê hatiye dizîn, derman û sedyeyên ku ji ambûlansan hatine xespkirin, gelek dermanên ku ji navenda tendurstiyê hatine dizîn, amûrên înşaetê yên ku ji dikanan hatine dizîn, xwarin, xurek û amûrên ceyranê dîtibûn.
Wek mayîn li ser terorîstên ku teslîm bûn û yên ku hatin kuştin amûrên zînetê yên ku di dema operasyonan da ji malan hatine dizîn derketibûn.