Mesut Varol
29 Nîsan 2022•Rojanekirin: 03 Gulan 2022
Taxa Dilmetaşê ya ser Gewaşa navçeya Wanê bi laleyên serserkî yên wekî guldexwîn tên zanîn va xemilî.

Ji ber guldexwînan niha tax zêde balê dikişîne û mêvanên wê nav rojan zêde ne.
Wênekêş û siruşthez eleqeyeke zêde nîşanî guldexwînan didin û şêniyên herêmê jî bo parastinê hewl didin.

Guldexwînên bi rengê sor, zer û binefş vedikin ji bo nasandina herêmê jî bi kêr tên.
Laleyên serserkî bi piranî li ciyên bilind hêşîn dibin û di navbera 15 û 20 rojî da emrê wan heye û heke kesek wan ji kokê derxe jî cezayê pere lê tê birîn.