Önder Beyter
18 Sibat 2020•Rojanekirin: 23 Sibat 2020
Dîmenê werşeqê ku nesla wê hindik maye biqele û lewma jî di bin parastinê da ye, li Tunceliyê bi kameraya têlefona mobîl a welatiyekî hat kişandin.
Çagdaş Taşkin ku dîmena werşeq kişand, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ew li gelek deverên bajêr rastî ajalên kûvî tê.
Taşkin diyar kir ku wî heta niha ev çend ji nêzîk va werşeq nedîtibû û wiha dewam kir, "Gava ez bi wesayîta xwe ji gund dihatim navenda bajêr, werşeq di carekî da li ser rê xuya kir û derket pêşiya wesayîta min. Min jî bi têlefona xwe ya mobîl ew kêlî kişandin."
Taşkin bal kişand ji ber ku hindik maye nesla wê biqele, wî nexwest heywan bisilikîne û wiha got, "Min da ser şopa wê û min hilda qeydê. Piştî demekê di tariyê da wenda bû. Demeke pir xweş bû."
Taşkin herwisa ew yek jî li gotinên xwe zêde kir û bal kişand ku divê ji bo parastina ajalên kûvî û xwezayê welatî baldar bin.