Mustafa Sonar
12 Nîsan 2021•Rojanekirin: 17 Nîsan 2021
Li navçeya Xelfetiyê ku di tora "Bajarê Aram" da cih digire, ji fêkiyên ku li herêmê çêdibin xurek tên çêkirin û ev xurek hatin tehmkirin.
Bi tevkariya Şaredariya Xelfetiyê, Dibistana Bilind a Pîşeyan a Xelfetiyê ya Zanîngeha Herranê û Halfeti Slowfoodê li gor rêbazên mesafeya xweparastin û pakijiyê mihrîcan hat lidarxistin. Di çarçoveya mihrîcanê da beşdarvan di nav siruştê da meşiyan û hin fêkiyên cuda berhev kirin.
Di mihrîcanê da xurekên weke taweya alûçeyan, dîzika bîhokê, kebaba alûçeya maltayê, kebaba pîvazan a bi tirşa hinarê hatin çêkirin û kesên ku beşdarî mihrîcanê bûn, tehma van xurekan nihêrîn.
Şaredarê Xelfetiyê Şeref Albayrak diyar kir, Xelfetî ji bo gastronomiyê navendeke girîng e û li Tirkiyeyê tenê li Xelfetiyê xurekên fêkiyan tê çêkirin û ew jî van xurekan hem bi Tirkiyeyê hem bi dinyayê didin nasîn.