01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
WAN
Kahraman Yavuzê ku li Tuşbaya navçeya Wanê dijî bazîrganiya qazên Çînê dike li ser înternetê ji Çînê hêk kirîn û dest bi xwêdikirina qazan kir.
Yavuz daxuyand ku dema wî li ser înternetê lêkolîn dikir taybetiyên qazên Çînê xwend û bala wî kişand.
Yavuz destnîşan kir ku li ser vê wî jî biryar da û meha sibatê ji Çînê liba wan bi 25 lireyî bi tevahî 50 hev hêk xwestin. Yavuz got ku wî hêk bi balafirê anîn Wanê û ji wan hêkan jî 50 qazên Çînê derketin.
Yavuz dîsa got ku ji van qazan sedî 10ê wan kuçikan xwar.
Armanca min ew e lokanteya qazan vekim
Yavuz wiha axivî: "Qazên li Tirkiyeyê di salekê da di navbera 18 û 20 hêka didin lê yên Çînî di navbera 60 û 100 hêka didin. Armanca me ew e ku em vê jimarê zêde bikin û paşê jî lokanteyeke goştê qazan vekin."
Kahraman Yavuz diyar kir ku şert û mercên hewayî yên herêmê û erdnigariya wê li qazên Çînê hat û wiha pê da çû: "Qazên me li derva ne. Lê carna kuçik wan digirin. Rojên ku ez nikaribim bi qazên xwe ra eleqedar bibim wan di koxikî da xwedî dikim."
Yavuz destnîşan kir ku xwedîkirina qazan karekî pir bi mesref nîne û wiha dewam kir: "Tehma goştên van qazan zivistanê pir xweş e. Welatiyên me dema bên li vir bikirin dikarin demildest bibin şerjê bikin, bipêjin û bixwin. Tê gotin ku goştê qazan dermanê gelek nexweşiyan e. Giraniya heba qaza Çînê di navbera 2 kîlo û 3 kîlo û nîvî da diçe û tê."