Necmettin Karaca
22 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2021
Di 23ê Cotmeha 2011yî da li Wanê bi lerza 7,2an erdhej çêbû û di wê erdhejê da 604 kesan wefat kir û û gelek kes jî birîndar bûn û ji wan birîndaran yek jî Murat Guneş e ku ew niha 32 salî ye û niha dildarê AFADê ye.
Navenda erdhejê Taxa Tabanliyê bû û li navçeya Erdîşê jî gelek zirar û ziyan çêbû û ew roja bû sedema gelek perîşaniyan jî ji pêş çavên mexdûr û şahidên bûyerê naçe.
Li seranserê bajêr 604 kesan wefat kir û bi hezaran avahiyî zirar dît û ji kesên di bin enqaza avahiyan da man yek jî Guneş bû. Guneş tevlî 8 hevalên xwe di bin enqaza avahiyê da ma û piştî 11 saetan hat xilaskirin.
Guneşê ew roj ji alî ekîba lêgerîn û xilaskirinê va piştî 11 saetan hatibû xilaskirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew roj ji pêş çavên wî naçe û her deqîqeya di bin wê enqazê da mîna salan bû.
- "Ez ji bo kesên wekî min li benda alîkariyê ne bi hêvî bin bûm dildar"
Guneş ragihand ku di wê demê da jiyana wî mîna xewnekê li pêş çavên wî derbas bû û wiha domand: "Êdî hêviya min nema û bi dengê 'Kes heye, kesê ku dengê min dibihîze heye?' va bi ser xwe da hatim. Ji hevalên li cem min yekî wefat kiribû û yek jî felc bû. Bi qasî 11 saetan di bin wê enqazê da tî û birçî bi hêviya gelo wê me xilas bikin va wext çû û bi dengê va em hêvîdar bûn. Mala wan ava ekîban em derxistin. Min û hevalê xwe xeber dida da ku em mirûzê xwe nekin û bêhêvî nebin."
Guneş got ku wî li Erziromê bi qasî mehekê tedawî dît û wiha domand: "Min him qarta mudaxeleya ewil û him jî ya dildariya AFADê hilda. Ez niha dildarê AFADê me û ez ê vê wezîfeya xwe jî bidomînim."