Zozanên ku bi hatina biharê ra çêre lê hêşîn bû, deriyên xwe li keriyên pez û garanên dewaran ra vekirin
Bülent Mavzer
03 Hezîran 2026•Rojanekirin: 03 Hezîran 2026
photo: Bülent Mavzer / AA
Türkiye, Iğdır
Zozan û gundên raqimbilind ên Îdirê, bi germbûna hewayê ra dest bi vehewandina pez û dewaran kir.
Li Îdira ku ji navendên sereke yên heywandariya Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye, piştî zivistana ku dirêj kir û her wiha berf û bagerên wê zêde bûn, merayên raqimbilind jinûva hêşîn bûn.
Nexasim zozanên li qontarên Çiyayê Zorê û her wiha merayên gundên Bendemurat, Oruşmuş, Alibey û Mezrayê bi hatina biharê ra gurr û geş bûn.
Wêne : Bülent Mavzer/AA
Her wiha bi germbûna hewayê û hêşînbûna çêreyê va heywandaran dest pê kir û keriyên pez û garanên dewaran derxistin zozanan.
Ahmet Tingişê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li herêmê sezona hilgêra zozanan dest pê kir û heywandaran berê xwe da zozanan.
Tingiş der heqê serjimara ajalên li Îdirê da agahî da û wiha got, "Li Îdirê ji 2026an û pê va hejmara pez gihîşt milyonek û 361 hezarî û ya dewaran jî gihîşt 112 hezarî."
Oktay Kiziltaşê şivan ê li Zozanê Zorê li ber pez e jî bal kişand ku zivistanê li gorî salên din îsal dirêj kir û lewma ajal îsal li gorî salên din hinekî deregtir derketin zozanan û wiha dewam kir:
"Îsal hewa pir baş derbas bû û gelek baran barî. Ji ber ku li zozan çêre zehf e, heywanên me têr dixwin. Em ê qedera 4 mehan li zozan bimînin. Paşê jî em ê pezê xwe bibin merayên gund. Ji wê demê û şûn da gundî dê bi xwe li pezê xwe binihêre."