Haydar Şahin
16 Îlon 2020•Rojanekirin: 17 Îlon 2020
Ayşe Coşkuna 100 salî ya li Qerekopriya navçeya Şanliurfayê dijî û ji dilê xwe nexweş e û Vesîle Coşkuna 50 salî ya bûka wê ji vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) xilas bûn.
Ayşe Coşkuna hema bêje 10 sal e ji dilê xwe nexweş e bi aciziya agir û bêhnhildanê serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Mehmet Akîf Înanê xist. Li serwêsa acil nîşanên Kovîd-19 hatin tesbîtkirin û testa wê pozîtîf derket, li ser vê Coşkun li nexweşxaneyê derman kirin.
Ayşe Coşkuna 100 salî 5 rojan li beşa nexweşiyên giran û 5 rojan jî li serwêsa normal tedawî bû û piştî ku testa wê negatîf derket jî şandinê mala wê.
Vesîla Coşkuna bûka wê jî demeke kin piştî xwesiya wê hat malê bi aciziya qirikêşê serî nexweşxaneyê xist û testa wê jî pozîtîf derket.
Paşê ji bo Vesîle Coşkunê biryara karantînaya malê hat dayîn û Coşkuna guh da rêgezên îzolasyonê di 10 rojan da ji nexweşiyê xilas bû.
Bûk û xwesiya ji vîrusê xilas bûn ji ber ku gihîştin sihetê kêfxweş in.
- "Min guh da doxtoran û xilas bûm"
Ayşe Coşkunê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku ji nexweşxaneyê derket kêfxweş bû.
Coşkunê xwest ku bira her kes guh bide doxtoran û wiha axivî: "Doxtor û hemşîre gelekî bi min ra eleqedar bûn, lêbelê çi dibe bira bibe razandina li nexweşxaneyê zehf zor e, rind nîne, bira her kes baldar be. Min guh da doxtoran û ji vîrusê xilas bûm."
- "Min bawer nedikir ku ez ê nexweş bikevim"
Vesîle Coşkuna bûk jî bal kişand ser zorbûna pêvajoyê û xwest ku bira her kes girîngiyê bide cidiyeta nexweşiyê.
Coşkunê diyar kir ku berê bi nexweşiya Kovîd-19ê bawer nedikir û wiha pê da çû:
"Beriya nexweş bikevim her kesî ji min ra digot, 'zêde dernekeve derva, negere' lê min bawer nedikir ku ez ê nexweş bikevim. Min digot korona-morona tune û digeriyam, diçûm her alî. Lê deme nexweş ketim min fehm kir ku çi ye û min dersa xwe hilda. Nika bû 2 meh qet dernakevim derva. Ne dawet, ne serxweşî, naçim tu ciyî."
Coşkunê diyar kir ku pêvajoya dermankirina wê baş derbas bû û wiha pê da çû: "Me guh da doxtoran, ez jî xwesiya min jî ji vîrusê xilas bûn. Şikur nika li mala xwe ne. Dibê her kes guh bide doxtoran, ya baş ew e ku qet ji malên xwe dernekevin."