Berfa ku duh êvarê li Erziromê dest pê kir, bi şev jî barî.
Li bajêr kolan û rê sipî bûn û wesaîtan nekarî bi rehetî herin.
Dîmenên avahiyên dîrokî yên li bajêr ku bi berfê hatibû nixumîn bi dronê hatin kişandin.
- Qers
Ji ber berfa ku li Qersê car caran dibare, navenda bajêr sipî bû.
Tîm li seranserê bajêr xebatên paqijkirina berfê didomînin.
- Erdexan
Li Erdexanê berf berdewam dike.
Berfa ku danê şev li bajêr dest pê kir, heta serê sibehê lêkir.
Piştî berfê li ser rêyan qeşa û cemed çêbû.
- Tuncelî
Berf li hin deverên bilind yên Tunceliyê jî barî.
Ekîban xebatên paqijkirina berfê kirin.